85 welatan têkildarî ‘’Şerîeya Rojava’’ nerazîbûna xwe nîşanî Îsraîlê dan
85 welatên endamên Neteweyên Yekbûyî (NY), bi daxuyaniyeke hevpar pêngavên Îsraîlê yên têkildarî berfirehkirina hebûna xwe ya li Şerîeya Rojava şermezar kirin.
85 welatên endamên Neteweyên Yekbûyî (NY), bi daxuyaniyeke hevpar pêngavên Îsraîlê yên têkildarî berfirehkirina hebûna xwe ya li Şerîeya Rojava şermezar kirin.
Hikûmeta Îsraîlê, piştî ku hefteya borî sererastkirineke ku kirîna erdî hêsan dike, erê kir roja Yekşemê li Şerîeya Rojava biryara lezandina pêvajoya tomarkirina tapûyan standibû. Şerîeya Rojava ji sala 1967’an ve ye ji aliyê Îsraîlê ve hatiye dagirkirin.
Di daxuaniya ku li navenda NY’ê ya li New Yorkê hate dayîn de 85 welatan ku welatên weke Fransa, Çîn, Erebistana Siûdî û Rûsya jî di nav de cih digirin û Yekîtiya Ewropayê û Yekîtiya Ereban diyar kirin ku pêngavên Îsraîlê yên yekalî li dijî hiqûqa navneteweyî ne û divê tavilê bi paş ve vekişîne. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ew li dijî her cure îlheqê ne.
Sekreterê Giştî yê NY’ê Antonio Guterres jî bang li Îsraîlê kir ku tavilê tedbîrên berbehs betal bike û bi bîr xist ku Dîwana Edaleta Navneteweyî van cure sepanan li dijî hiqûqê dinirxîne.
Qudsa Rojhilat ne di nav de roja îroyîn li Şerîeya Rojava zêdetirî 500 hezar Îsraîlî û nêzîkî 3 milyon Filistînî bi hev re dijîn. Kiryarên bicihbûnê, bi taybetî di serdema hikûmeta bin serokatiya Binyamin Netanyahu de û piştî şerê Xezeyê yê di 7’ê Cotmeha 2023’yan de dest pê kir, zêde bûye.